Sereke

Alîyên nava dew û dozêda gerekê li ser wan tabîya bisekinin, li ser kîjanana ew wextê îmzekirina elametîyê bûne: Pûtîn

Alîyên nava dew û dozêda gerekê li ser wan tabîya bisekinin, li ser kîjana ew wextê îmzekirina elametîya sêalî bûne.Derheqa wê yekêda serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wextê birfînga xweye hersale gotîye.
“Nava doranên elametîya sêalîda em pevketine wekî opêrasîyonên leşkerî tên sekinandinê û tiştekî gelekî girîng e ku em pevketine wekî alî li wir gerekê bisekinin, li kîderê bûne ew wextê îmzekirina elametîya sêalî”,-Pûtîn gotîye. Girêdayî wê yekêra, çawa ku serokê Rûsîyayê daye dîyarkirinê,gelek tiştên têknîkî pêşda tên. Ew pirs girêdayîne sîstêmên cuda-cudara, bona herdu alîya jî. Wê yekê gerekê bi rîya hevraxeberdana gotûbêj bikin.
Anegorî elametîya sêalî, hemû mecal hene ku êtapa mayîn piştî agirbestê berdewamkin, nava wanda pirsa rîya avtomobîla û rîya hesinî.
“Ew yek usa jî derheq Nexçêvanê û bakûr, başûrê Ermenîstanêdane”,-Pûtîn gotîye. Bi gotina serokê Rûsîyayê, pevketina bona agirbestê gelekî girînge, çimkî xwînrêtin tê sekinandinê. Bi gotina wî, ew yek tiştê herî girîng e. Vladîmîr Pûtîn daye dîyarkirinê,wekî rêjîma agirbestê carekê hatîye teribandinê û ew hêvîdar e,wekî ewê bibe ya tek-tenê û alîyara wê li hev bê bi navçîgarîya koma Mînskê, yan jî Rûsîyayê hevraxeberdana destpêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button