Sereke

Ji têrîtorîya Ermenîstanê qet mêtrek jî wê neyê dayînê:wezîrê parastinê

Nava dorana seredana xebatêye li qeza Syûnîkê, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan rastî serokên cêrge gunda hatîye. Tevbûên rasthatinê xemgînîyên xweye girêdayî halê rastkirina sînorara elam kirine.Serokên gunda dane dîyarkirnê,wekî bi guhartina xeta sînorra cêrge gund wê bikevine bin hedefa dijmin, nava wanda usa jî merkeza Kapanê.Wezîrê parastinê daye dîyarkirinê,wekî sînor bi hazirîya ofîsêrên herdu alîyaye derecebilind tê rastkirinê û ji têrîtorîya Ermenîstanê qet mêterek jî wê neyê dayînê.Hatîye dîyarkirinê,wekî li wan nehîya sînorxweykirên rûs wê kontrolê mîyaserkin û girêdayî wê yekêra îdî qayîlî hatîye destanînê. Wezîr daye dîyarkirinê,wekî niha komên leşkeraye nû tên sazkirinê, sîstêmên nû tên sazkirinê û ew şuxulkarî wê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button