Sereke

Li nehîya cîhê neftêye li Sûrîyayê baza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dane ber rokêta

Roja pêncşemê li ser têrîtorîya baza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye leşkerî, ya ku li provînsîya Sûrîyayêye Dêr Zorêye, çend topên rêaktîv teqîyane. Ew yek li nehîya cîhê neftêye El Omarê qewimîye. Çawa ku kanala têlêvîzîyonêye “Al Hadas”-ê elam kirîye, hêzên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî tevî şerkarên kurde koalîsîyona hêzên Sûrîya Dêmokratîk dor-berên wê nehîyê paqij dikin.19-ê tebaxê baza ŞAY-ye li Dêr Zorê ya bi navê Konokoyê dabûne ber rokêta, lê wî çaxî derheqa tu zyanekêda nehatibû dîyarkirinê.Wî çaxî ew cara ewlin bû, ku nava 12 bazayên leşkerîda ew bûyar qewimî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button