Sereke

Pûtîn hesab dike wekî li Qerebagê diqewime hejmara aşîtîparêza bê zêdekirinê, heger qayîlîya alîya hebe

Serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn hesab dike, wekî hejmara aşîtîparêzên rûs li Qerebagê dikare bê zêdekirinê, lê wî çaxî heger qayîlîya Ermenîstanê û Adirbêcanê hebe. Derheqa wê yekêda Vladîmîr Pûtîn wextê prêss-konfêransê gotîye.
“Çi ku derheqa zêdekirina hejmara aşîtîparêzêdane, ew yek tiştê bûyînê ye, lê tenê bi qayîlîya alîya, çimkî me pêşda hejmara aşîtîparêza gotûbêj kirîye û daye qayîlkirinê”,-Pûtîn gotîye. Serokê Rûsîyayê daye dîyarkirinê, ku heger alî derheqa pêwîstîya zêdekirina hejmara aşîtîparêzada elamkin, wî çaxî ewê wê yekê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button