Sereke

Kurd hêvîdar in wekî Rûsîyayê bona çareserkirina bêqezîyabûna bajarê wan piştgirîyê bide

Nava halê pêşdahatîda, Rûsîya û hukumata Başar Esed tevî hêzên Sûrîya Dêmokratîk pevketine, ku sê cîhên monîtorîngêye tevayî li bajarê Eyn Îsayê çêkin.Bajarê Eyn Îsayê bi kemala xweva kifş e, çimkî ew Helebê Hesekêva dide girêdanê û ew nêzîkî rêya stratêcîye M-4 e, ya ku bakûr-rojhilatê û rojavayê hev va dide girêdanê.Ev hersê cîh wê dîna xwe bidine teribandinên ji alîyê çekdarên tirkaye kirêkirî. Piştî wê yekê, di navbera hêzên Sûrîya Dêmokratîk û leşkerên rûsada hevraxeberdan derbaz bûne, wextê kîjana alîyê rûsa hîvî kirîye ku hêzên Sûrîya Dêmokratîk ji Eyn Îsayê dûrbikevin û wê nehîyê teslîmî Esed bikin, lê hêzên Sûrîya Dêmokratîk wê yekêra qayîl nebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button