Sereke

Li hinek cîhên qeza Syûnîkêye li ser sînorê tevî Adirbêcanê wê usa jî sînorxweykirên rûs bêne cîhwarkirinê

Li hinek cîhên qeza Syûnîkêye li ser sînorê tevî Adirbêcanê wê usa jî sînorxweykirên rûs bêne cîhwarkirinê.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine û derheqa wê behsa belavkirîda dane dîyarkirinê, anegorî kîjanê pêşda hatibû gotinê ku bi emirê Nîkol Paşînyan peymana neeyankirî tevî alîyê rûsa hatîye îmzekirinê ku parastina tabîyên qeza Syûnîkê teslîmî sînorxweykirên rûs dikin.
Wezîrê parastinê nikare tu dokûmênteke neeyankirî îmze bike. Serbara serda, merivê wê qulixêda nikare dokûmênteke usa îmze bike, ya ku girêdayî ye kişandina sînorên Ermenîstanê va.Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê tevî hevalkarên xweye rûs pevketîye, wekî li hinek beşên sînorên Syûnîkê, bona bêqezîyabûnê, usa jî sînorxweykirên rûs wê bêne cîhwarkirinê”,-ji wezîreta parastinê elam kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button