Sereke

Parêzerên Arsaxê û Ermenîstanêye mafên mêriv raporta derheqa hedefkirina rojnamevanaye ji alîyê Adirbêcanêda belav kirine

Parêzerên Arsaxê û Ermenîstanêye mafên mêriv raporta derheqa hedefkirina rojnamevanaye ji alîyê Adirbêcanêda belav kirine.Derheqa wê yekêda parêzerên Arsaxê û Ermenîstanêye mafên mêriv elam kirine.Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê,wekî raporta tevayîda derheqa êrîşên azêrîyaye ser wan rojnamevana hatine dîyarkirinê, yên ku derheqa opêrasîyonên leşkerîye li Arsaxê înformasîya belav dikirin.Wî çaxî pênc rojnamevanên ji welatên der û du rojnamevanên ermenî birîndar bûne, lê merivekî ku rêberîya koma rojnamevana dikir hatîye kuştinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî alîyê azêrîya rojnamevan dikirine hedef, nenihêrî wê yekê wekî li ser kincên wan û li ser avtomaşînên wan nîşanên anegor hebûn. Xêncî wê yekê, Adirbêcanê navên cêrge rojnamevana kirine nava navnîşên wa gotî “reş”. Ji 27-ê îlonê hetanî dehê mijdarê, bi meremê belavkirina înformasîyonên derheqa barbarîyên azêrîyada, 19O hevaltîyên înformasîyon, 39O rojnamevanên ji wan hevaltîya, li wezîreta Arsaxêye karên der hatine rêgîstrasîyakirinê û usa jî bi seda rojnamevanên ermenî çûne Arsaxê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button