Sereke

Bi matêrîyalên şêr 882 îş hatine vekirinê: tevî wana dibin nevsên fermî û usa jî qulixçîyên leşkerî

Wextê şerê 27-ê îlonê destpêbûyî û piştî şêr,bi têma xirabkarîyên leşkerî 882 îş hatine vekirinê.Derheqa wê yekêda mehkema Ermenîstanêye sereke elam kirîye.
Nava cêrga wan îşada usa jî ew yek heye, yê ku girêdayîye wê pirsêra ku dibêjin wekî pênc mîlîard dolar bona teslîmkirina pênc nehîyên Arsaxê hatibû pêşnîyarkirinê. Lêpirsîna wî îşî li qulixdarîya miletîyêye bêqezîyabûnê berdewam dibe.Îşekî mayîn jî girêdayî wê pirsêra hatîye vekirinê, ku çawa 14OO pasportên ermenî hatine belavkirinê, dane azêrîyên ku ermenî xeber didin û ew paşê derbazî Arsaxê bûne.Û dîsa cêrge îşên başqe hatine pêşdakişandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button