Sereke

Mehkema tirka cezayê girtina ji 22 sala zêdetir daye parlamêntvana kurde berê Leylê Gyûvênê

Mehkema tirka cezayê girtina ji 22 sala zêdetir daye parlamêntvana kurde berê Leylê Gyûvênê.Derheqa wê yekêda ajansa Roytêrsê ragîhandîye.Leylê Gyûvênê nava têrorîzmêda gunehkar dikin. Tevî wê usa jî du parlamêntvanên başqe, meha hezîranê ji îmûnîtêtê miqûf hiştin û piştra ew gunehkar kirine ku ew giva endama teşkîleta têrorîstî ye.
Qirara mehkemêda tê gotinê,wekî bona endamtîya nava teşkîleta têrorîstîda, Gyûvênê cezayê girtina 14 sala û sê meha distîne, lê heyşt sala jî bona belavkirina propaganda têrorîzmê distîne.
Gyûvênê serkarîya girava birçîbûnêye bi hezara girtîya kirîye, yên ku bang kirine ku tenêhiştina hîmdarê PKK-ê Ebdile Ocalan bidine sekinandinê û dew kirine ku ew rastî malbet û advokatên xwe bê.Girava birçîbûnê gulana sala derbazbûyî bi hîvîkirina Ocalan serhevda hatîye, piştî kîjanê ew ji sala 2O11-da heya niha, cara ewlin rastî advokatên xwe hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button