Sereke

Navên 62 qulixçîyên leşkerîye dîlketî teslîmî Xaçê Sor kirine:wezîrê parastinê

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Hrûtyûnyan bi vîdêokonfêransê, bi hûrgilî zelalkirin raberî dê û bav û malbetên wan qulixçîyên leşkerî kirîye,yên ku li beşa Arsaxêye Hîn Tagêrê û Xisabêrdê dîl ketine.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine.
“Wezîrê parastinê daye dîyarkirinê,wekî hemû tişt tê kirinê, ku pirsgirêk bê helkirinê. Bi taybetî, bi gotina Vagarşak Harûtyûnyan, navên wan 62 leşkerên dîlketî îdî teslîmî xaçê navnetewîyî Sor kirine, lê dokûmêntên wan jî şandine mehkema avropîye mafên mêriv.Ew pirs usa jî merkeza guhdarîya serokatîya koma aşîtîparêzên rûse li Arsaxêdane”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.Vagarşak Harûtyûnyan daye bawarkirinê,wekî wezîreta parastinê hemû tiştî dike, bona ku leşkerên dîlketî paşda vegerine welêt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button