Sereke

Qîmetkirina Şoygû ya derheqa bûyarên li Qerebagêye bi hazirîya aşîtîparêza

Wextê hazirîya aşîtîparêzên rûse li Qerebagê, îzin nedane ku bûyarên mezin biqewimin.Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû wextê kolêgîya wezîreta Rûsîyayêye parastinê gotîye.
“Roja îroyîn tu bûyareke mezin nehatîy îzindayînê. Çûyîn-hatina avtomaşînaye bêqezîya bi sivdera Laçînêva tê mîyaserkirinê”,-ewî gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî bi serkarîya aşîtîparêza, pevguhartina dîlaye bi prînsîpa “Hemû dewsa hemîya”, di navbera alîyên ermenîya û azêrîyada hatîye teşkîlkirinê.
Elametîya 9-1O-ê mijdarêye sêalî, hema roja ewlin hatîye teribndinê, wextê ku li sivdera Laçînê ermenî dîl ketin. Teribandina here mezin wî çaxî qewimî, wextê ku li Hadrûta bin kontrola ermenîyada, dijî du gunda, êrîş hatine kirinê, li kîderê gerekê aşîtîparêzên rûs pêşda bihatana cîhwarkirinê. Piştî hatina aşîtîparêza bûyarên nefemdarî qewimîn.Piştî berxudana sê roja, 15O-î leşkerên ermenî dîl ketin, ji kîjana neh leşker bi zêrandin hatine kuştinê. Peyî wê yekêra ew gund teslîm dibin, lê Krêml jî elam dike,wekî bûyarên wî cûreyî bona aşîtîparêza barê zêdene.
Prînsîpa “Hemû dewsa hemîya”, ya bona pevguhartina dîla, naxebite, çimkî Bekûyê hemû dîl paşda nedane û serbara serda jî hejmara dîlaye rast nabêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button