Sereke

Adirbêcan gerekê heya 25-ê kanûnê înformasîyayên derheqa dîlên ermenîda raber bike

Mehkema Avropayêye mafên mêriv erza 21-ê kanûnê, ya ku hukumata Ermenîstanê raber kiribû, daye razîkirinê û dew ji hukumata Adirbêcanê kirîye ku heya 25-ê kanûnê înformasîya û dokûmêntên doxtirîyêye derheqa dîlên ermenîye leşkerîda, derheqa wedê pevguhartina wanda, raberkin.Derheqa wê yekêda wekîlê Ermenîstanêyî li mehekma Avropayêye mafên mêrv, Yêgîşê Kîrakosyan gotîye.Pêşda hatibû dîyarkirinê,wekî Yêgîşê Kîrakosyan li Gumirîyê rastî malbetên 62 leşkerên ku li Xisabêrdê ketibûne nava dorgirtinê, hatîye.Piştî wê hevdîtinê, ofîsa wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema avropî erze hazir kirîye û şedetîyên pêwîst raberî mehkema avropî kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button