Sereke

Çekdarên tirkaye kirêkirî 15O binelîyên gundê Mîrkanêyî li Efrînê revandine

Anegorî kanîyên înformasîyon, berbangê, çekdarên piştgirên Tirkîyayê cêrge êrîş birine ser malên binelîyên gundê Mîrkanê û 15O meriv ji wir revandine. Hatîye dîyarkirinê,wekî çekdar dora gund girtine, ketine mala û destpê kirine nava hewêda agirkin, bona ku meriva bitirsînin.Çekdarên tirka têlefonên binelîya jê stendine ku ew nikaribin înformasîyonê bidine tu kesî.Derheqa yazîya wan merivada tu tişt eyan nîne.
Kanîyên înformasîyone ji nehîya Recoyê îzbat kirine wekî niha di navbera çekdarên komên “Hemzet” û “Cebha Aş Şerqîyê”-da bona paravekirina talana pevçûyîn diqewimin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button