Sereke

Mehkema Avropayêye mafên mêriv bang kirîye ku Dêmîrtaş lez aza berdin

Mehkema Avropayêye mafên mêriv qirar qebûl kirîye, wekî rêjîma tirka bi neqanûnî Dêmîrtaş girtî dihêle û bangî seroketîya tirka kirîye ku gavên anegor biavêjin, bona ku azaberdana Dêmîrtaş bidine çareserkirinê. Mehkema avropî bang kirîye ku lez sedirê partîya HDP-yî berê Salhedîn Dêmîrtaş aza berdin.Mehkemê nava konvênsîya avropîda, ya mafên mêriv, teribandin hindava şuxulkarê kurdî sîyasî dîtine û berbirî Tirkîyayê bûye, daye dîyarkirinê,wekî Dêmîrtaş bi neqanûnî hatîye girtinê û bang kirîye ku hemû gav bêne avîtinê, bona ku Dêmîrtaş aza bê berdanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button