Sereke

Tirkîyayê bi deha tank cîguhastî Sûrîyayê kirine û hazir dibe Eyn Îsayê êrîşke /vîdêyo/

Enqere hazir dibe êrîşê bibe ser Eyn Îsayê li kîderê bi seda leşkerên rûs hene.Piştî çend êrîşên cîhadîstên tirka bo ku Eyn Îsayê dagirkin, yên ku wanra li hev nehatin, Tirkîyayê destpê kirîye hêzên xweye zirihkirî cîguhastî li vê nehîyê bike, nenihêrî wê yekê, wekî li wir hêzên rûsa hene û nenihêrî wê yekê wekî du roj pêşda Enqerê da dîyarkirinê, wekî hewaskarîya wêye hindava Eyn Îsayê tune û ew hewaskarîya wan çekdaraye. Kurda vîdêyo kişandîye, kîjanêda kifşe ku çawa bi deha tank diçine berbi nehîya bajarê Eyn Îsayê.Hatîye dîyarkirinê,wekî usa jî artîlêrîya tirka cîguhastî li wir bûye. Enqera resmî vê yekê şirove nake û leşkerên rûs jî tu tiştî nabêjin.Tê kifşê,wekî Rûsîya hazir e bersiva hişk bide wê êrîşa li ser leşkerên wê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button