Sereke

Dijî pêla koronavîrûsêye duem Ermenîstan diha zêde hazirbûyî bû:Nîkol Paşînyan

Wextê civîna hukumatê, bi hîvîkirina Nîkol Paşînyanê serekwezîr,wezîrê saxlemîxweykirinê Arsên Torosyan halê girêdayî nexweşîya koronavîrûsê ra raber kirîye.
“Eva îdî serê du hevtîya ye, wekî nexweşên meye usa tunene, yên ku li malê hîvîya hospîtalîzasîyayêne. Em îdî şuxulkarîya hinek nexweşxana paşda vedigerînin, ku ew her dem bona nexweşên koronavîrûsê hazirbin.Em bang dikin ku qanûnên dijî nexweşîyê xweykin”,-Torosyan gotîye.Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan bona pêla nexweşîyêye duda diha baş hazirbûyî bû. “Wextê pêla ewlin gelek rexne hebûn, piranîya kîjana sîyasîyêva girêdayî bû. Gotina me rast derket wekî wedeyê bê û hemû welat wê nava halê wî cûreyîdabin.Hebûn welat wextê ku em li ser dereca nexweşîyêye bilind bûn, lê li cem wan hal sifir bû. Niha ew welat bi hejmarên nexweşên xweva ji me derbaztir bûn”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button