Sereke
Tirkîyayê ji rûsa û amêrîkîya bona êrîşa li ser Eyn Îsayê “Îşiqa kesk” nestendîye

Roja çarşemê kanîya kurdaye înformasîyon ragîhandîye,wekî Tirkîyayê ji rûsa û amêrîkîya bona êrîşa li Eyn Îsayê “Îşiqa kesk” nestendîye.Kanîya înformasîyon elamî Basnews-ê kirîye,wekî hêzên Sûrîya Dêmokratîk têra didîtin,wekî Tirkîyayê êrîşê bibe li ser Eyn Îsayê tevî ŞAY û Rûsîyayê, û Enqerê hê îşiqa kes nestendîye.
Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hê tabîya xweye girêdayî wê yekêra nedaye kifşê, lê Rûsîya mînanî berê dibêje ku Eyn Îsayê teslîmî rêjîma Sûrîyayê bikin û hêzên Sûrîya Dêmokratîk ji wir derkevin”,-ewî gotîye.Kanîya înformasîyon daye dîyarkirinê,wekî çawa ku serokê Amêrîkayêyî nû derbazî ser qulixa xwe bibe, wî çaxî nêzîkbûna Waşîngtonêye hindava êrîşa tirkada wê zelalbe.