Sereke

Zatûlîn: cûrê helkirina pirsgirêka Qerebagêye here qebûlkirinê ya bi desta dokûmênta ye

Tê bêjî cûrê bi desta dokûmênta cîhê herî qebûlkirinêye.Ew yek gerekê bibûya li dora Arsaxê, li hevt nehîya, bi cûrê dayîna nehîya û qirarkirina statûsa Qerebagê. Derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirina ji alîyê yektîya ermenîyên Rûsîyayêda teþkîlkirî, cîgirê sedirê komîsîya parlamênta Rûsîyayêye pirsên Hevalbendîya Welatên Serbest, Konstantîn Zatûlîn gotîye. “Bona gihîştina aşîtîyê ez mecalên başqe nabînim. Nava halê pêşdahatîda bona alîyê ermenîya awqasî jî wê cîhda nîbûya hevraxeberdan derbaz bikirana, bi hesabhildana bêaçixîyên pêşdahatî.Piştî qewînbûna halê li Ermenîstanêyî sîyasî, mecalê hebe paşda vegerine li ser vê pirsê”,- parlamêntvan gotîye. Çi ku derheqa statûs-kivoyêdane, bi gotina wî, hemû teribandin gerekê bêne sekinandinê. Înîsîyatorên şerê dawî, bêyî şikberî, Tirkîya û Adirbêcanin.Ewê ku aşîtî teribandîye û karê ketîye, tu bersivek nestendîye û tevî xalên başqe ew piştgirê Tirkîyayêye li Qafqasîyayê ye.Bona Rûsîyayê eva konkûrênsîya bi qezîyaye. Piştî konflîktê û nava encamê binketina alîyê ermenî cêribandin tê kirinê, ku tiştekî pêşda bibin, tiştekî alîyê xweda bikişînin, ber çeva ye wekî dicedînin hazirîya hêzên tirka ye li Arsaxê bi cûrê merkeza dîtindarîyê bikin tiştekî fermî”,-Zatûlîn gotîye.Çi ku derheqa xwestinên Elîêve li ser axa Ermenîstanêdane, Zatûlîn gotîye,wekî ew yek provokasîyaye, lê hiznekirina cimetekê ji alîyê cimeteke mayînda, çawa ku ew yek ji alîyê seroketîya Adirbêcanêda tê kirinê, eşkere nabe berbi aşîtîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button