Sereke

Zatûlîn: Ermenîstan gerekê bibe Îsrayêla rûsîye li Qafqasîyayê

Ermenîstan gerekê bibe Îsrayêla rûsîye li Qafqasîyayê û ew usa serekwezîrê Ermenîstanêyî berê Vazgên Sargsyan digot. Derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirina ji alîyê yektîya ermenîyên Rûsîyayêda teşkîlkirî, cîgirê sedirê komîsîya parlamênta Rûsîyayêye pirsên Hevalbendîya Welatên Serbest, Konstantîn Zatûlîn gotîye.
“Gelo em ji alîyê xweda wê rolê diqedînin? Ne hemû cara”,-ewî gotîye. Bi gotina wî, çawa jî hebe gerekê medê Tirkîyayêyî ku zêde dibe, hesab hildin, dijî kîjanî Rûsîyayê bi deha cara şer kirîye û pêra jî Qirîmê çawa ya rûsa nas nake, Sûrîyayê jî çawa ya sûranîya nas nake û tiştên mayîn.
“Li Rûsîyayê bi dereca qezîyayê fikir zêde bûne, ku ew yek şerê me nîne û ne jî pirsa me ye.Hene meriv, mesele, Maksîm Şêvçênko, yê ku ji binketina ermenîya şa dibin. Ez bang nakim, ku dijminên cimeta bigerin, lê em gerekê wan meriva nas bikin, yên ku me diavêjine nava şaşîyê.Ew meriv pêşda digotin, ku Rûsîya gerekê tevî wan şuxulkarîya nebe, lê niha jî hazirîya aşîtîparêzên rûse li Qerebagê silav dikin”,-parlamêntvanê rûs gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button