Sereke

Zaxarovayê elametîya sêalîye girêdayî pirsa Qerebagêra çawa bûyareke hemdinîyayêye girîng nav kirîye

Wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê îmzekirina elametîya sêalîye derheqa Qerebagêda çawa bûyareke girîng ne tenê li herêmê, lê li temamîya dinîyayê, hesab kirîye.Derheqa wê yekêda ewê li birîfînga her hevtê gotîye.
“Bona mîyaserkirina vê elametîyê, xebata global gerekê bê kirinê.Hema xebat, sebir, cabdarî, rehm û hizkirin garantîyayê didin, wekî ecêb wê heya dawîyê mîyaserbin”,-ewê gotîye.
Wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der daye dîyarkirinê,wekî gelek xebata kirinê heye, ya ku aşîtîparêz cîhda dikin, lê dîplomat û teşkîletên navnetewî nava goveka sîyasîda dikin. “Li pêşîya me xebata globale giran heye.Lê paşê bi xwe bifikirin,wekî ew yek ecêb bû, yan encamê cedandina”,-ewê gotîye û bona alîyên nava dew-dozêda aşîtî xwestîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button