Sereke

Al-Monitor: Rûsîya li bakûrê Sûrîyayê ketîye di navbera agirê dualî

Rojnama Al-Monitor -ê her dem derheqa bûyarên li Sûrîyayê dinivîse. Vê carê jî miqala derheqa eskrê rûsaye li Sûrîyayê derketîye.Xudanên miqalê li ser xwe gumanin, wekî Rûsîya rûyê bajarê Eyn Îsayêda ketîye “di navbera agirên dualî”.
Ji alîkîva ew dicêribîne usa bike ku kurd bajêr teslîmî bin kontrola Damişqê bikin û wî cûreyî bajar biparêzin.Ji alîkî mayînva jî Rûsîya dijwarîya bona çekdara çê nake ku ew nêzîkî Eyn Îsayê bin û li ser tabîyên nû cîhê xwe bigrin.Bi fikira rojnamevana, leşkerên Rûsîyayêye li bakûrê Sûrîyayê hindikin.Xêncî wê yekê, ew nikarin piştgirîyê ji Damişqê jî bistînin çimkî eskerê hukumatê jî li wir hindikin.Bo wê yekê jî xeberdana derheqa teşkîlkirina opêrasîyonên leşkerîye berfirehda nikare hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button