Sereke

Çekdara dîsa 9OO darên zeytûnêye li Efrînê birîne

Tirkîya dîsa mecalên jîyana binelîyên Efrîna okûpasîyakirî li ser wan dide birînê.Wextê okûpasîyayê, tirka û çekdarên wane kirêkrî bi deha hezara darên zeytûnêye li Efrînê xirab kirine.Ev kirin bona wê yekê tên mîyaserkirinê, bona ku binelîyên Efrînê mecbûrkin ku ew ji wandera derkevin û li wandera guhartinên dêmografîk bibin. Kanîya înformasîyon ragîhandîye,wekî çekdarên koma “Fîrkat Al Hamze”-ê 3OO darên welatîkîye zeytûnê birîne, lê 6OO dar jî yên welatîkî mayîn hatine birînê. Anegorî hesabên teşkîleta mafparêze “Efrîn- Sûrîya”-ê, Tirkîyayê û çekdarên wê îdî bi deha hezara darên zeytûnê ji destpêka okûpasîya Efrînê heya niha dane birînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button