Sereke

Pêskov gilî kirîye ku çawa Pûtîn pirsgirêka Qerebagê daye rastkirinê:”Gelek roja ser hev têlefon dêstda”

“Çareserkirina pêwandîyên dostîyê û çêkirinêye li ser hîmê qedirgirtina him Yêrêvanê, him jî Bekûyê îzin dane Pûtîn ku nava wê pirsêda bibe navçîgar”,-berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov bi kanala têlêvîzîonêye “Rosîya -1”-ê gotîye.
Tu kes nayne ber çevê xwe ku gerekê çi bêjine serokê Adirbêcanê, çimkî Pûtîn bi xwe wê yekêva mijûl dibû û gelek roja têlefon dêstda derbaz kirîye, Pêskov gotîye. Vladîmîr Pûtîn usa jî serokê Tirkîyayê Êrdoganra xeberdaye.
“Opêrasîyonên leşkerîye li rex sînorên me ew e, çi ku gerekê ji alîyê civaka navnetewîda neyê îzindayînê.Nava vê pirsêda tabîya Pûtîne cabdar, cedandinên wîye bona sekinandina opêrasîyonên leşkerî, bilind tên qîmetkirinê”,-Pêskov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button