Sereke

Mafparêza birîtanî: qayîlnivîsara ariş-vêrişêye tevî Tirkîyayê eybe

Advokata birîtanîye mafparêz û xudana rewa Ordêna împêratorîya birîtanî Margarêt Oûênê name ser navê wezîra Birîtanîyayêye kirîn- frotanê Êlîzabêt Trassê nivîsîye, girêdayî qayîlnivîsara tevî Tirkîyayêra. Margarêt Oûênê daye dîyarkirinê,wekî berê ewlin ew qayîlnivîsar salvegera kuştinên li Roboskîyê hatîye îmzekirinê. Sala 2O11-a rûyê kirinên li Roboskîyê 34 meriv hatine kuştinê. Margarêt Oûên bangî Birîtanîyayê kirîye ku qayîlnivîsara tevî Tirkîyayê lê binihêrin, eşaretî daye wekî her qayîlnivîsareke tevî rêjîma komkujîyê li ber dinîyayê eybe.Ewê nivîsîye: “We qayîlnivîsara kirîn-frotanêye mezin tevî hukumata wî cûreyî îmze kirîye, ya ku hemû normên navnetewî û usa jî qanûnên xwe diteribîne.Ew yek li ber temamîya dinîyayê bona me eybe”. Ewê usa jî daye dîyarkirinê,wekî hevtîya derbazbûyî mehkema Avropayêye mafên mêriv jî daye dîyarkirinê,wekî girtina Salhedîn Dêmîrtaş ne bi qanûnîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button