Sereke

Mîxayîl Mîşûstîn girêdayî cejina sersalêra ser navê Nîkol Paşînyan pîrozbahî şandîye

Mîxayîl Mîşûstîn girêdayî cejina sersalêra ser navê Nîkol Paşînyan pîrozbahî şandîye. Derheqa wê yekêda ji îdara serekwezîrê Ermenîstanêye prêssayê ragîhandine.
“Birêz Nîkolê Vova,
Ez girêdayî cejina sersalêra We pîroz dikim. Nava vê salêda pêwandîyên ermenîya-rûsaye li ser hîmê dostîyê, hevkarîyê û prînsîpên tifaqdarîyê bi dînamîkî pêşda çûne.Nava bernamên tevayîda pêşkeftin hatîye kifşê.Ez hêvîdarim,wekî nava sala 2O21-da hevkarîya Ermenîstanê û Rûsîyayêye pircûre wê dîsa qewînbe.Ez wê yekê jî girîng hesab dikim, wekî nava pirsên dasekinandina jîyana li Qerebagê hevkarîya kardar wê bê çareserkirinê.
Ez bona We tendurustîya baş û pêşkeftinê, lê bona welatîyên Ermenîstana dost aşîtîyê û gulvedanê dixwezim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button