Sereke

Perên ku diçine Tirkîyayê dibine gula berbi leşkerên ermenî:wezîrê êkonomîkayê

Perên ku diçine Tirkîyayê dibine gula berbi leşkerên ermenî, gerekê wî alîda hindik pera xerckin.Elametîya wî cûreyî wezîrê êkonomîkayê Vahan Kêrobyan belav kirîye, wextê ku ewî derheqa wê yekêda xeberdaye ku ji 31-ê kanûnê qedexe tê danînê li ser anîna eşîyayên tirka.
“Nava çend mehên dawîda wezîreta êkonomîkayê bi întênsîvî tevî wan meriva xebitîye, li cem kîjana dikaribûn pirsgirêk girêdayî wê qedexêra pêşda bihatana. Me ew hemû pirsgirêk hel kirine”,- Kêrobyan gotîye.
Bi gotina wî, dewsa eşîyayên tirka wê ji welatên Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê, Çînistanê, usa jî Gurcistanê eşîya bînin.Çi ku derheqa pêşxistina sûka ermenîdane, wezîr gotîye,wekî gerekê berê ewlin eşîyayê ermenî başbe. Bi gotina wî, eşîyayê ermenî gerekê usa jî bê deranînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button