Sereke
Tifaqdarê Êrdoganî berê elam kirîye,wekî halê kurdaye li Tirkîyayê diha xirab dibe
Tifaqdarê serokê Tirkîyayê, yê berê û lîdêrê opozîsîyayê Elî Babacan elam kirîye,wekî halê girêdayî kurdara li Tirkîyayê diha zêdetir xirab dibe, lê mafê komên êtnîkîye kêmjimar dîsa tên teribandinê.Babacan derheqa wê yekêda elamî kanala Haberturk-ê kirîye wekî li Tirkîyayê mafên mêriv tên teribandinê, yên mînanî kurda û elewîya.
“Bi rastî pirsa kurdaye li Tirkîyayê careke mayîn sert dibe”,-ewî gotîye û serda zêde kirîye,wekî kurd jî girêdayî ruşetxwerinê û bêxebatîyêra nerihetin. Em bêjin,wekî meha mijdarêda Babacan Enqere rexne kirîye, girêdayî nêzîkbûna dewletêye hindava kurdada.Ewî serda zêde kirîye,wekî derxistina serokbajaraye ji qulixên wan wê halê kurda diha zêde bide xirabkirinê.