Sereke

Alîyê azêrîya elametîya sêalî teribandîye û dîsa diteribîne:berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der bersiva pirsa daye

Gotinên Adirbêcanêye derheqa wê yekêda wekî seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên dere li Arsaxê teribandina borcdarîyên elametîya nehê mijdarê ye, bi temamî bêhîm in.Derheqa wê yekêda, berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê gotîye. Bi gotina Nagdalyanê, elametîya sêalî tu sînorkirina bona pêwandîyên Ermenîstanê û Arsaxê pêşda nakişîne.
“Elametîya nehê mijdarêye sêalî, ya ku bona îzbatkirina agirbestê bû û cîhwarkirina aşîtîparêzên rûse li Arsaxê bû, nade kifşê wekî qayîlî girêdayî statûsa Arsaxê ra heye û ew gotinên derheqa wê yekêda, wekî girêdayî statûsa Arsaxê ra guhartin hene, ne anegorî rastîyê ne”,- Nagdalyanê gotîye.
Ewê daye dîyarkirinê,wekî statûsa Arsaxê gerekê nava şuxulkarîya edilda bê qirarkirinê, li ser hîmê prînsîpên ji alîyê hemsedirên koma Mînskêda pêşdakişandî, li ser hîmê prînsîpa xweqirarbûna cimeta.Nagdalyanê gotîye,wekî nenihêrî wê yekê ku opêrasîyonên leşkerî hatine sekinandinê û li Arsaxê aşîtîparêzên rûs hatine cîhwarkirinê, alîyê azêrîya cêrge xalên elametîya sêalî dîsa diteribîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button