Sereke

Li Moskvayê îmzekirina tu dokûmênteke derheqa pirsgirêka Qerebagê, yan jî girêdayî pirsa têrîtorîya va nehatîye têradîtinê:berdevka serekwezîr

Berdevka serekwezîrê Ermenîstanê Manê Gêvorgyanê derheqa seredana xebatêye li Rûsîyayê fêysbûkêda daye dîyarkirinê. Ewê daye dîyarkirinê, wekî rojeva têradîtî pirsên êkonomîkîva girêdayî ye, ya ku derheqa vekirina rêya, cîhguhastina baraye ji Ermenîstanê berbi Rûsîyayê, Îranê û usa jî ji beşên Ermenîstanêye merkezîye berbi qeza Syûnîkê da ye.
“Alîyê Adirbêcanê û hinek doranên ermenî her dem derheqa têma wa gotî “Sivdera Mêgrîyê”-da xeber didin, lê gelek cara hatîye dîyarkirinê, wekî nava elametîya nehê mijdarêda ne derheqa Mêgrîyê, ne jî derheqa çêkirina sivderêda nehatîye dîyarkirinê.Bona alîyê ermenî, pirsên sereke paşdaanîna dîla, xebatên gera leşkerên nava têrîtorîya bin kontrola azêrîyada, dîtina cinyazên cangorîya û pirsa zelalkirina yazîya merivên bê ser-berate undabûyî ne.Bêyî helkirina van pirsa, wê dijwar be pirsên başqe hel bikin”,-ewê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button