Sereke
Li Ermenîstanê, li cem 355 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye, 10 jî wefat bûne

Li Ermenîstanê, nava rojekêda, li cem 355 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye û hejmara wan gihîştîye 162643-a. Derheqa wê yekêda ji merkeza îzinnedayîn û kontrolkirina saxlemîxweykirinê elam kirine.
Niha 8393 meriv qenc dibin, 611815 têst hatine kirinê, 150602 meriv qenc bûne, 2941 jî wefat bûne.