Sereke

Mîyaserkirina pevketinên nava elametîya li Moskvayê îmzekirî dikare halê rêgîyonêyî êkonomîkî bide guhartinê: serekwezîr

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elametîya 11-ê meha çileye li Moskvayê, ya tevî serokên Rûsîyayê û Adirbêcanê îmzekirî, girîng hesab kirîye.Piştî hevdîtinê, serekwezîr gotîye rojnamevana,wekî mîyaserkirina pevketinên anegorî wê elametîyê destanî, dikare halê rêgîyonêyî êkonomîkî bide guhartinê. Bi gotina wî, halê êkonomîkîyî nû dikare garantîyayên bêqezîyabûnêye çareserkirî bîne.
“Em hazir in wî alîda bixebitin.Bi fikira min, wextê hevdîtinekê meriv nikare hemû pirsa helke. Ez hêvîdarim, wekî emê pêşda herin. Niha tiştê herî sereke pirsa hûmantarî ye, bi taybetî pevguhartina dîla, ya ku nava elametîya nehê mijdarêda hatîye têradîtinê”,- Nîkol Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button