Sereke

Rûsîya hevalkara Ermenîstanêye stratêcî bûye û dimîne:Paşînyan

Ez şa me wekî piştî hevdîtina sêalî encam hene û ew yek hindik girîng nîne. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wextê hevdîtina tevî Vladîmîr Pûtîn, gotîye.
“Ez hêvîdar im, wekî pevketinên meye sêalî wê halê rêgîyonêyî êkonomîkî bidine guhartinê. Feqet ew şuxulkarî wê dijwar be, çimkî pirsên hûmantarî hê nehatine helkirinê. Bona me pirsa here sereke pevguhartina dîla, merivên bê ser-berate undabûyî, usa jî paşdadayîna cinyazên cangorîya ye”,- ewî gotîye.Paşînyan bona xebata mezine kirî, ya nava pirsgirêka Qerebagêda, û bona teşkîlkirna hevdîtina sêalî, razalixî elamî serokê Rûsîyayê kirîye.
“Rûsîya hevalkara Ermenîstanêye stratêcî bûye û dimîne”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button