Sereke

SOHR: ŞAY soz daye hêzên Sûrîya Dêmokratîk ku êrîşa tirkaye nûye li Kurdistana Sûrîyayê bidine sekinandinê

Merkeza Sûrîyayêye mafên mêriv /SOHR/ îzbat dike wekî amêrîkîya soz dane hêzên Sûrîya Dêmokratîk ku êrîşa tirkaye nû, ya berbi Eyn Îsayê, bide sekinandinê. Hatîye gotinê,wekî ewê nehêlin ku tirk li nehîya Kurdistanê cîhê xwe bigrin, bi taybetî li nehîya Eyn Îsayê, ya ku bûye hedefa êrîşa Tirkîyayê û komên wêva girêdayî. Merkeza mafên mêriv elam kirîye,wekî eskerê amêrîkî soz daye û gotiye,wekî li ser axa Sûrîyayê bona Tirkîyayê xetên sor hene, kîjana ra ew nikare derbaz bibe. Feqet, nava hevtîyên dawîda Eyn Îsa û gundên dor-berên wê ji alîyê eskerê tirkada hatine topbarankirinê, lê çekdarên piştgirên wan jî êrîş birine ser hêzên Sûrîya Dêmokratîk. Pêşezan hesab dikin wekî Tirkîya hazir dibe Eyn Îsayê êrîş ke bona ku bajar hilde û beşeke rêya M4-ê kontrol bike, lê hîvîya wê yekê ye ku ŞAY û Rûsîya îşiqa kesk bona wê rabe kin ku ew êrîşê destpêke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button