Sereke

Pêşezan: Moskva jî hewaskar e ku sivdera nava Mêgrîyêra hebe

Moskva jî hewaskar e ku sivdera nava Mêgrîyêra hebe. Derheqa wê yekêda, wextê gotûbêjkirina onlayn, sîyasîzan Alêksandr Îskandaryan gotîye.
Pêşezan daye dîyarkirinê, wekî hevdîtina li Moskvayê bi însîyatîva serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn derbaz bû û ew, usa jî Elîyêv, hewaskar bûn, ku rêyên tevgirêdana bêne vekirinê. “Tu derfeteke Nîkol Paşînyan tunebû ku ber xwe bida, yan jî bighîşta tiştekî. Bi tomerî hildayî, pirs hatibû danînê ku şuxulkarîyê çawa encamê elametîya nehê mijdarê destpê bikin”,- ewî gotîye.
Ewî daye zelalkirinê, wekî ew yek nade kifşê, ku zûtirekê bi wê sivderêra wê trêyn û avtomaşîne derbaz bibin û bo wê yekê gerekê bona helkirina pirsgirêka bixebitin. “Elîfba hevraxeberdana wî cûreyî ye. Bi wê yekêva tevayî, gerekê xebatên baş û aktîv bi hemû alîyava mîyaser kin. Gelek pirsên helkirinê hene. Heger rê bêne vekirinê, wî çaxî çûyîn-hatinê çawa bê teşkîlkirinê? Kî wê bêqezîyabûnê çareser bike?”,- sîyasîzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button