Sereke

Sîyasîzan: pirsgirêka Qerebagê qet ji alîyê berjewandîyên Adirbêcanêda jî nehatîye helkirinê

Pirsgirêka Qerebagê qet ji alîyê berjewandîyên Adirbêcanêda jî nehatîye helkirinê, çimkî nêzîkî 3OOO çargoşe kîlomêtr erd bin kontrola Adirbêcanêda nîne û mrivên ku li wir dijîn hazir nabin welatvînîya Adirbêcanê bistînin. Derheqa wê yekêda Alêksandr Îskandaryanê sîyasîzan gotîye.
Bi gotina wî, dew-doz li wir maye, li kîderê bû ew pêşda û niha jî gerekê hêvîdar nîbin ku Bekûyê berbi berdaxustina here. “Pirsgirêkê dikarin niha hel bikin? Na xêr, nikarin. Stratêcîya Adirbêcanê jî heye û ew gelek cara prîmîtîv e, lê ew heye û armanca wê ew e ku qewilên xwe li alîyê ermenîya bide borcdarkirinê. Bi gilîkî mayîn gotî, Bekû şêr bi mêtodên neleşkerî berdewam dike û hukumî li ser xalên ermenîyaye usa dike, yên ku diêşin: dîlhildan, dêmarkasîya, sînorkirina seredanên li Qerebagê û tiştên mayîn. Lê sivdera Laçînê bona çî ye, heger îzin tune herin û bên? Heger dew-doz helkirî bûya, ew hemû tişt wê nebûna”,-pêşezan gotîye.
Çi ku derheqa rola Tirkîyayêda ne, bi fikira Îskandaryan, rêsûrên wêye anegor tunene ku ew bighîje armancên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button