Sereke

Em girêdayî teribandinên ji alîyê Adirbêcanêda gelekî xemgînin: wezîrê karên der

Ermenîstan çawa alîkî elametîya sêalî gelekî xemgîne girêdayî wê yekêva, wekî ji alîyê Adirbêcanêda teribandin tên mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî endamên komîsîya heleqetîyên der, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan gotîye.
“Teribandina rêjîma agirbestêye duh qewimî, rûyê çida leşkerekî me birîndar bûye, ya dawî ye. Em piştgirîyê didine elametîyên wezîretên Arsaxêye parastinê û karên der, bi kîjanê kirinên Adirbêcanêye provokasîyon berk tên gunehkarkirinê”,-wezîr gotîye. Bi gotina Ayvazyan, alîyê azêrîya xalên elametîya 9-ê mijdarêye ewlin û ya 8-a diteribîne, anegorî kîjana alî gerekê li cîhên xwe bimînin, agir bidine sekinandinê û dîla paşda vegerînin. Ewî usa jî derheqa dîlhildana 64 leşkerên ermenîye piştî agirbestê daye dîyarkirinê. Xeberdan usa jî derheqa heykelên çandî-dîrokîda çûye û wezîr serda zêde kirîye,wekî gerekê bona parastina wana gav bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button