Sereke

Parlamêntvan: nehîyên kurdaye hevraqaîlnekirî bona hilbijartinên li Îraqê hazir nînin

Ew nehîyên kurdaye ku di navbera Hewlêrê û Begdayêda nehatine hevraqayîlkirinê, bona hilbijartinên Îraqê hazir nînin. Derheqa wê yekêda endama parlamênta Kurdistana Îraqê Ciwan Rojbayanîyê gotîye. Îraq hazir dibe hilbijartinên ji wede zûtir meha hezîranêda derbazke. Wextê hevpeyvîna tevî “BasNews”-ê, Rojbayanîya parlamêntvan gotîye,wekî li nehîyên kurdaye hevraqayîlnekirî, bi taybetî li Kirkûkê, bona hilbijartina hazir nînin, çimkî gelek malbetên ereba anîne li wir û halê bêqezîyabûnê jî li wir qewîn nîne.Ewê daye dîyarkirinê,wekî halê li wan nehîya ne anegorî hilbijartinaye û li wir nikarin hilbijartinên bi heqî derbazkin.Fikira wî cûreyî usa jî serokbajarê Şengalê Mahma Xelîl elam kirîye, yê ku eşaretî daye wekî li wir piranîya dengên kurdên êzdî wê bên undakirinê. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî piranîya êzdîya li qampê mihacirane. Xêncî wê yekê Şengal dikare rastî guhartinên dêmografîk bê.Serokbajar bîr anîye,wekî piranîya êzdîya rûyê halê neqewînda û usa jî qewilên li wir nikarin paşda vegerine malên xwe. “Seroketîya Îraqê îzin daye erebên Şengalê, ku ew dengê xwe bidin, lê îzinê nadin, ku ew êzdîyên li qampên mihacira dengê xwe bidin û ev yek dide kifşê, ku komkujîya Şengalê nayê naskirinê”,-serokbajar gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button