Sereke

Wezîr gotîye ku kengê qedexa li ser eşîyayên tirka wê neyê dirêjkirinê

Ermenîstan li ser wê qirarêye ku qexeda li ser anîna eşîyayên tirka bide dirêjkirinê. Piştî civîna hukumatê derheqa we yekeda wezîrê Ermenîstanêyî êkonîmîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.Ji 1-ê meha çileda li Ermenîstanê qedexa şeş meha danîne li ser anîna eşîyayên tirka.
“Em li ser wê qirarêne ku wê qedexê bidine dirêjkirinê, heger guhartinên gêopolîtîkîye usa nebin, nava encamên kîjanada qedexekirin wê mîyaser nebe. Ev yek usa jî bona parastina eşîyayên cîh tê kirinê”,- wezîr gotîye.Ewî usa jî derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê, wekî bi deha sala li sûka ermenî eşîyayên usa hebûne, li ser kîjana tercima tirkî û azêrî jî hebûye. Bi gotina Kêrobyan, heger bêjin wekî “Sandora” yan jî “Koka-Kola” û hevaltîyên mayîn eşîyayên xwe bifroşin, û li ser wan tercima azêrî tunebe, wî çaxê bahê eşîya wê bi deh selefîva bilindbe, çimkî ew hevaltî wê wan guhartina bikine nava xercên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button