Sereke

Tirkzan daye zelalkirinê, ku projeya “Tûrana mezin” bi çiqasîva ya mîyaserkirinê ye û kî dikare wê yekê bide sekinandinê

Projeya sazkirina yektîya cêrge welatên tirkî îdî êpêce wede ye, ku ne tenê nava rojeva şirovekirina çivakî-sîyasîdane, lê li ser dereca here bilind e.
Piştî şerê Arsaxê axaftinên derheq sazkirina hêzên tirkaye tevaîye “Tûrana mezin” aktîv bûne û hemtêksta wê yekê ya rast e. Derheqa wê yekêda serokê înstîtûta rohilatzanîyê Rûbên Safrastyanê tirkzan gotîye.
“Em dibînin, wekî nava hevtîyên dawîda wekîlên hukumata Tirkîyayê, nava wanda wezîreta parastinê, li cêrge welatên tirkîaxif qesidîne û peyî wê yekêra tevî welatên Aasîya Navîn peymanên derheqa dayîna sîlihên tirkada hatine morkirinê. Xêncî wê yekê, pirsa sazkiirina hêzên sîlihkirîye tevayî hatîye gotûbêjkirinê.Nava vê êtapêda mecalên mîyaserkirina vê projeyê tunene, lê wê yekê meriv nikare hesab hilnede wekî seroketîya Tirkîyayêye niha mecala mîyaserkirina armancên sîyasîya welête der gotûbêj dike. Pêwîst e, ku bi guhdarî nêzîkî vê qezîyayê bibin û ew yek ne tenê derheqa Ermenîstanê, lê usa jî Rûsîyayê, Îranê, welatên erebadane”,- pêşezan gotîye.
Bi gotina wî, mîyaserkirina vê îdêolojîyê hê zû ye, lê bona wê yekê hinek rêsûrsên Tirkîyayê hene û ew girêdaîye wê yekêva, wekî li Tirkîyayê mecala çêkirina dirona, têknolocîyên bilind, pêşda hatîye.
“Enqerê vê faktorê bide xebatê. Xênc wê yekê, Tirkîya netirsîya li Qafqasîya Başûr ji alîyê stratêcîda tevî Rûsîyayê rû bi rû bisekine û jêra li hev hat bighîje tiştekî. Bi saya vê yekê welatên tirkîaxif wê destpêkin derheqa vê projeyêda bifikirin, lê ewê rastî berxudana Rûsîyayê, usa jî Çînistanê, bên. Bi gilîkî gotî, rêsûrên Tirkîyayê potênsîyala leşkerî ye, ya ku werguhêzî ya sîyasî dibe. Tirkîya nikare bi êkonomîkî hukumî li ser Rûsîyayê û ne jî Çînistanê bike. Niha pêrpsêktîv tunene”,- Safrastyan gotîye.
Bi fikira tirkzan, roja îroyîn Tirkîya zane wekî “Xetên sor” hene, kîjanara gerekê derbaz nebe û bo wê yekê jî Enqere wê îdêolojîya pantûrkîmzmê nava têrîtorîya Rûsîyayêda pêşda nebe.Rûbên Safrastyan daye dîyarkirinê,wekî ew xebat hê salên 9O-da destpê kirine lê nava cimetên Rûsîyayêye tirkîaxfda sîyasîya zelal tune. Safrastyan gotîye,wekî niha êtapa ewline, dema ku Tirkîya hazir dibe nava goveka leşkerîda peymana hazirke.Diqewime paşê telîmên leşkerîye tevayî jî hebin. Lê nava salên ewlinda Tirkîyayê dijî Rûsîyayê gava nevêje.Çi ku derheqa Îranêdane, Tirkîya zûva wê yekê dide xebatê, wekî li Îranê bi mîlîona merivên tirkîaxif dijîn.
Rûsîya û Îran qezîyayên sîyasîya Tirkîyayê tînin ber çevên xwe, ya ku dicedîne wana ji herêmê bide derxistinê.Feqet, Moskva û Têhran hela hê hewaskarin ku tevî Enqerê hevkarîyê mîyaserkin. Wê yekê meriv dikare li Sûrîyayê bibîne, li kîderê ev hersê welat mecalên hevkarîyê dîtine. Tenê ŞAY û Rûsîya dikarin hukumî li ser sîyasîya Tirkîyayê bikin.Waşîngton dikare sanksîyayên êkonomîkî pêşda bikişîne, yên ku bona Enqerê wê encamên gelekî xirab pêşda bîne. Rûsîya bi mêtodên leşkerî dikare hukumî li ser Tirkîyayê bike, nava wêda usa jî li Herêma Qafqasîya Başûr. Feqet, bi hesabhildana berjewandîyên xwe, him Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û him jî Rûsîya wan mecala dijî Enqerê nadine xebatê”,-serokê înstîtûta rohilatzanîyê gotîye.
Bi fikira wî, nava du-sê salê pêşîya meda bloka dijî tirka wê saz nebe, him li Qafqasîya Başûr û him jî li herêma Behra Sipî, li kîderê Enqere tevî cêrge welata nava konflîktêdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button