Sereke

Elîyêv guhdarîya banga şêwira Yektîya Avropayê nake: Balayan pêwîstîya xebitandina sanksîya têra dibîne

Baylozê Ermenîstanêyî li Nîdêrlanda Tîgran Balayan têra dibîne wekî dijî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û rêjîma wî gerekê sanksîya bêne xebitandinê. Derheqa wê yekêda Balayn rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye û daye dîyarkirinê,wekî rêjîma Elîyêv guhdarîya bangên şêwira Yektîya Avropayê nake.
“Du meh pêşda, şêwira Yektîya Avropayê bi elametîyêva pêşda hat, kîjanêda bangî alîya kir, ku gavên anegor li Qerebagê û dor-berên wê bên avîtinê, ku rêjîma agirbestê bê qewînkirinê. Heya niha rêjîma Elîyêv hemû tiştî wekî mayîn dike”,- bayloz nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button