Sereke

Telîmên tirka-azêrîay li Qersê dikarin usa jî bona Rûsîyayê xemgînîyê pêşda bînin

Pêşezanê leşkerî, koordînatorê malpera “Razmînfo”-ê Karên Vrtanêsyan wextê hevpeyvîna tevî Spûtnîk Armênîyayê derheqa telîmên tirka-azêrîyaye ji 1-ê hetanî 12-ê sibatêye li Qersê xeberdaye. Bi fikira Vrtanêsyan, nava her telîmekîda gotinên propagandayê hene, lê gerekê fem bikin wekî ew yek pêşda wî alî qewat dike, yê ku telîma derbaz dike.
Eseyî nîne ku piştî her telîmekî şer destpêbe, nenihêrî wê yekê wekî bîranînên derheqa bûyarên piştî telîmên tirka-azêrîya hê nûne, feqet ev hemû tişt pirsê pêşda tîne ku bona çi ew hazir dibin. Pirs ew e,wekî şuxulkarîk heye”,- pêşezanê leşkerî gotîye.
Bi axavtina derheqa wê yekêda,wekî Qers nêzîkî li wê beşa Ermenîstanêye, li kîderê baza rûsî cîhwarkirî ye, Vrtanêsyan gotîye,wekî ew yek dikare bona alîyê rûsa jî xemgînîyê pêşda bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button