Sereke

Adirbêcan înîsîyatîvayên bona parastina heykelên Arsaxê blok dike

Parastina heykelên Arsaxêye çandî bona Ermenîstanê pirsgirêk e. Cabdarên vê yekê dibêjin,wekî alîyê ermenî bêkar rûneniştîye, gav tên avîtinê, lê ew gav ji alîyê Adirbêcanêda tên blokkirinê. Mesele, meha kanûnê hatina komîsîya YÛNÊSKO-ye li wan nehîyên Arsaxêye dagirkirî, ji alîyê Adirbêcanêda hatîye qedexekirinê. Dêra ermenî tevbûna aşîtîparêzên rûs, ya nava wê şuxulkarîyêda girîng hesab dike. Patrîyarxê temamîya ermenîya Garêgînê Duda van axirîya elam kirîye,wekî heykelên Arsaxêye çandî û ruhanî bin qezîyayêdanin. Derheqa wê yekêda wekîlê ruhanî Garêgîn Hambarsûmyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî tevî teşkîletên navnetewîye cuda-cuda cedandin tên xebitandinê bona ku xirabkirina avahîyên ruhanî bê sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button