Sereke

Qirarên derheqa serokatîyêda gerekê cimet qebûlke: Paşînyan derheqa dûrketina serokatîyê

Bernamên derheqa derbazkirina hilbijartinên parlamêntîyêye ji wede zûtir, li parlamêntê tê gotûbêjkirinê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr gotîye,wextê ku ewî bersiva pirsa parlamêntvanê ji opozîsîyayê Tîgran Ûrîxanyan daye, yê ku pirsîye ku bona çi hêza desthilatdar ji serokatîyê dûr nakeve û guh nade dewekarîya opozîsîyayê.
“Dawîya sala derbazbûyî em bi pêşnîyarêva pêşda hatine û ez bêjim wekî nava qewilên wî cûreyîda dema ku zelal bû wekî cêribandina dewekarîya bona dûrketinê derbaz nebûye. Me pêşnîyar kirîye, ku em nava sala 2O21-da bijartinên ji wedezûtir derbazkin.Wekîlên opozîsîya parlamêntê wê yekê înkar dikin. Bona hêza desthilatdar jî nêzîkî aqila nîne wekî ew bona xwe bijartina bike. Ez difikirim,wekî bi vê gavê ew derheqa binketina xweda didine kifşê. Feqet gotûbêjkirinên dora hilbijartina hê berdewa dibin û em hazirin bona wê yekê”,-serekwezîr gotîye. Bi gotina serekwezîr qirarên derheqa serokatîyêda gerekê cimet qebûlke, lê ne ku partîyayên opozîsîyîon, yan jî ya desthilatdar bi xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button