Sereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan derheqa halê li Qerebagê tevî wekîlên koma Mînskê xeberdaye

Derheqa pirsa halê piştî şerê li Arsaxê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan tevî wekîlên welatên koma Mînskêye li Ermenîstanê, baylozê Rûsîyayê Sêrgêy Kopîrkîn, baylozê Fransîyayê Jonatan Lakot û bayloza ŞAY Lîn Têrêysîyê xeberdaye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
“Wextê hevdîtinê, derheqa pêwîstîya destpêkirina şuxulkarîya edile nava doranên hemsedirtîya koma Mînskêda hatîye dîyarkirinê. Ayvazyan derheqa pêwîstîya mîyaserkirina prînsîpên helkirinêye hîmlî û bi taybetî derheqa xweqirarbûna cimeta Arsaxê û mafê wêye bêqezîyabûnê daye dîyarkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê. Ayvazyan usa jî derheqa elametîya nehê mijdarêda xeberdaye û derheqa girîngîya mîyaserkirina xalên wê elametîyê, bi taybetî derheqa dîlên leşkerî û paşdavegerandina wanda gotîye. Dora halê li Qerebagê fikir hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button