Sereke

Ji lîyê Adirbêcanêda xweykirina dîlên leşkerî xirabkarî ye: Bekû pirseke başqe hel dike

“Statûsa Arsaxê, çawa welatê nasnekirî, usa jî nava wê elametîyêda hatîye naskirinê. Naskirina navnetewî ne tenê katêgorîya hiqûqî û moralî ye, lê ew usa jî ya gêopolîtîkî ye. Ew e menî, wekî eva îdî serê sê dehsalîyaye ku em bona naskirinê şerkarîyê dikin, lê em hela hê neghîştine wê yekê.Wî alîda xebata bi kel û ced hîvîya me ye”,- derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye, wextê ku ewî derheqa elametîya wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrove van axirîyada xeberdaye.
Bi gotina wî, ew yek jî girîng e, ku sûbyêktîvîya Arsaxê jî bê xweykirinê, pêra jî faktora gêopolîtîkî û xweykirina hukum: “Ew yek tiştek e, heger Arsax çawa sûbyêkta ermenî ye, çawa welatekî nasnekirî ye û heye, lê tiştekî mayîn e, heger li Qafqasîyayê dewleta Arsaxê tunebe”. Davît Babayan daye dîyarkirinê: “Em gerekê xwe qenckin û çawa faktor gêopolîtîkî bin. Eva şuxulkarîya çetin e, lê tiştê bûyînê ye”. Wezîrê Arsaxêyî karên der têma dîlên leşkerî girîng hesab dike: “Adirbêcan eşkere hemû norm û konvênsîyayên navnetewî diteribîne. Wezîreta Arsaxêye karên der bi nama berbirî cêrge sîstêmên navnetewî bûye.Eva pirseke gelekî girînge, ya ku li pêşîya welatê me sekinîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button