Sereke

Nexweşxanên Kurdistanê hazirin birîndarên ji Begdayê li cem xwe qebûlkin

Wezîrê Kurdistanêyî saxlemîxweykirinê Saman Barzancî elam kirîye,wekî nexweşxanên herêma Kurdistanê hazirin wan meriva li cem xwe qebûlkin, yên ku wextê êrîşa têrorîstîye li Begdayê birîndar bûne.Ji 3O-î merivî zêdetir hatine kuştinê û ji sedî zêdetir birîndar bûne, dema ku roja pêncşemê du têrorîst li sûka Begdayêye li merkezê xwe teqandine.Barzanîyê serekwezîr emir kirîye ku nexweşxane hazirbin, heger lazimbe piştgirîyê bidine Begdayê. “Bi xemgînî derheqa wê kirina têrorîstîye li Begdayê pê hesîyam.Ez serxweşîyê didime malbetên şihîda û qewatê nava vî halê giranda wanra dixwezim”,-serekwezîr Tiwîttêrêda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button