Sereke

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê tevî wezîrê Rûsîayêyî parastinê pirsên derheqa paşdavegerandina dîlada gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan tevî wezîrê Rûsîayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû bi telefonê qise kirine. Herdu wezîra pirsên derheqa hevkarîya dualîye nava goveka parastinêda, hale li Qerebagê, usa jî pirsên derheqa paşdavegerandina dîla, merivên bêser-berate undabûyî gotûbêj kirine. Bona şuxulkarîya aşîtîparêzaye li Qerebagê, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê razalixî elamî wezîrê Rûsîayêyî parastinê kirîye. Wezîra usa jî fikir dora bûyarên van axirîyaye leşkerî-sîyasîye li herêmê pevguhartine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button