Sereke

Kandîdatê bona qulixa katibê ŞAY-yî dewletê, sozdayîna Baydêne derheqa komkujîya Ermenîda îzbat kirîye

Kandîdatê bona qulixa katibê ŞAY-yî dewletê Êntonî Blînkên, sozdayîna Baydêne derheqa komkujîya Ermenîda îzbat kirîye.Çawa ku hatîye ragîhandinê, Blîkên derheqa wê yekêda wextê dayîna bersivên pirsên sênator Êd Marê gotîye. Çawa bersiva wê pirsa sênator, ku gelo wê bi fermî xirabkarîyên dijî cimeta ermenîye li împêratoîya osmanî mîyaserkirî çawa komkujî naskin, yan na, Blîkên gotîye: “Çawa kandîdatê serok, Baydênê serok roja Bîranînê nava elametîya xweda soz da piştgirîyê bide rêzolyûsîya naskirina komkujîya Ermenî. Admînîsrasîya me wê borcdarbe piştgirîyê bide mafên mêriv û wê yekê çareserke, ku tragêdîya wî cûreyî newekile”. Bi gotina Blînkên, piştî îzbatbûna wê qulixêda, Qesira Sipî wê elametîyê qirarke û wê tevî Kongrêsê şêwirdarîyê derbazke. Çawa bersiva pirsa derheqa şerê Qerebagêda, Blînkên bîr anîye, ku çawa serok gotîye, ŞAY gerekê cedandinên dîplomatî bide xebatê, ku helkirina dew û dozêye wededrêj bê dîtinê, piştgirîyê bidine paşdavegerandina dîlên leşkerî.Ewî gotîye, ku heger ew qulixa xweda îzbatbe, ewê piştgirîyê bide tevbûna ŞAY ku pirsgirêka Qerebagê bê helkirinê, bêqezîyabûna wê bê çareserkirine û alî bike ku şerê nû destpê nebe. Ewî serda zêde kirîye,wekî têra tê dîtinê ku bi formata koma Mînskê xebat tê kirinê, bona ku alîyê sisîya tevî wê prosêsê nebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button