Sereke

Şuxulkarê kurdî sîyasî Salhedîn Dêmîrtaş şikyatê xwe li mehkema Tirkîyayêye konstîtûsîyon raber kirîye

Hemsedirê berê, yê HDP-ê, Salhedîn Dêmîrtaş, yê ku niha hebsêdane, şikyatê xwe li mehkema Tirkîyayêye konstîtûsîyon raber kirîye û dew kirîye ku qirara mehkema Avropayêye mafên mêriv mîyaserkin, bi kîjanê dew hatibû kirinê, ku Dêmîrtaş aza berdin. Palata mehkema Avropayêye mafên mêrive Mezin, derheqa azaberdana Dêmîrtaşda sala 2O18-a, 22-ê kanûna qirar kiribû, wekî çar salên girtina Dêmîrtaş, mafên wî nava pênc xalada pêpes kirîye. Advokatê Dmîrtaş Mahsûn Qereman rûpelê xweyî Twittêrêda derheqa şikyatê Dêmîrtaşda raber kirîye.Em bêjin wekî Salhedîn Dêmîrtaş 4-ê mijdara sala 2O16-da girtî ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button