Sereke
“Tu ermenîk gerekê li Qerebagê nemîne”: parêzerê mafên mêriv şedetîyên gavên dijî ermenîya raber kirîye
Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv çend mînakên derheqa dijminatîya hindava ermenîyada raber kirîye. Rûpelê xweyî fêysbûkêda ewî nivîsîye: “Şedetî hene ku li Adirbêcanê dijminatîya çawa hindava ermenîya heye. Mêdîya Adirbêcanêye sosîyalîda cêrge gotinên wî cûreyî hatine raberkirinê:
1.”Gerekê jin, zarokên ermenîya bikujin”,-endamê yektîya advokatên Adirbêcanê gotîye.
2.Gunê min zaroka ermenîya nayê. Ermenîyê here baş, ermenîyê mirî ye.
- Gerekê ermenîyên sax mayî bikujin. Pêşîya kuştinê bizêrînin.
4.Ez ermenîya dixwezim, kîjan bêkinc kirine û şuhurandine.
- Ermenî gerekê bêne kuştinê, li ser topa dinîyayê gerekê bêne tunekirinê, ewên ku piştgirên wanin, gerekê wî cûreyî bêne kuştinê.
- Li ser vê dinîyayê gerekê cîhê bona ermenîya nemîne.Ez wana hiz nakim. Hemû ermenîyên bêwijdan gerekê bêne kuştinê.
- Gotinên Îlham Elîyêv li min xweş tên,wekî em mînanî kûçika berî wan didin.
- Tu ermenîkî sax gerekê li Qerebagê nemîne.
- Axaftina dê û bava û zaroka.
-Kîye dijminê me?
-Ermenîstan.
Ev nivîsar nava raporta parêzerê mafên mêrivî meha mijdarêda hatine dîyarkirinê”.